Ev daxuyanî piştî hevdîtina Serokê DYE'yê Donald Trump a li Qesra Spî ya bi Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed Şara hate dayin.
Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê ku DYE pêşengiyê jê re dike, roja Çarşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê 90'emîn ê koma sala 2014'an li dijî DAÎŞ'ê li Sûriye û Iraqê hatiye avakirin, Sûriye ye.
Barrack li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyanî da û got, "Şam wê niha bi awayekî çalak alîkariya me bike ku em bermahiyên DAIŞ’ê, Pasdarên Îranê, Hemas, Hizbullah û torên din ên terorîst ji holê rakin. Şam dê di hewldanên ji bo dabînkirina aştiyê de wek hevkarekî pabend be."